Siltan Selaheddine Eyyubi

Avesta Yayınları

İbn Xelikan

90,00 TL
61,20 TL
%32 indirim
Kazancınız
:
28,80 TL
Siltan Selaheddine Eyyubi Hakkında Bilgiler
Türü: Genel Kitaplar
Sayfa Sayısı: 111
ISBN: 9789944382427
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2008
satis-icon
Satış Rakamları 2 adet satılmıştır.
İbn Xelikan
İbn Xelikan
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Siltan Selaheddine Eyyubi Kısa Özet

    Resmên cihê yên Selaheddîn

    Avesta, çend kitêbên cihê li ser Selaheddînê Eyyûbî, navdartirîn kurdê tarîxê, diweşîne. Weşanxane diyar dike ku, armanca sereke ya çapkirina van kitêban ku hin jê bi zimanê tirkî ne, lê giraniya wan bi kurdî ye, ew e ku nîqaşên li ser Selaheddîn di çarçoveyeke ilmî de bibin, ev kitêb rê li ber şîrove û xwendinên nû vekin. Kitêba yekem a Îbn Xelikan e ku yek ji kitêbê herî kevn û girîng a li ser Selaheddîn. Kitêbên Minorsky û Boris James û romana nivîskarê norwecî Thorvald Steen, a li ser Selaheddîn "Babelîsk" di dorê de ne. Çapa nû a "Selaheddin`in Mirası" tê amadekirin.

    Kitêbeke herî kevn a li ser Selaheddîn

    Selaheddîn yek ji girîngtirîn mirovê tarîxa dinyayê ye. Ev fikra muşterek a gelek zana û pisporên rojhilat û rojavayî ye. Mohra xwe li mîlenyumê daye. Tevî ku di ser dema wî re 800 sal derbas bûye jî, li dinyayê û Kurdistanê hê jî pir aktuel e. Li dinya modern, bi taybetî di lîteratura ewrûpî de gelek nîqaş li ser tên kirin, bi sedan kitêb û nivîs tên nivîsandin, pêşengeh û albûm çêdibin. Dinya, wî bi şêweyên nû û cihê dixwîne, tarîf dike.

    Li Kurdistanê, di nav milletê xwe de jî tim û tim aktuel bûye. Vêga jî ne tenê li unîversîte, derûdorên xwenda, li civateke gundekî çiyan jî meriv dikare rastî nîqaşên pir balkêş bê.

    Selaheddîn, di nav milletekî ku `li derveyî tarîxê`, tarîx bi xwe ye. Di ber şûrê wî yê `îslamê` re, di bin xeftanê wî de xencereke kurdî ya zîvîn hebûye. `Misilmanan` ew xencer dît, guh nedan şûr, em wî şûrî dibînin, li xencera zîvîn napirsin. Ew xencera ku şûr ko kir, li Qudsê rê li ber toleransê vekir.

    Kitêba Îbn Xelikan yek ji kitêbên herî kevn û biyografiyek girîng a Selaheddînê Eyyûbî ye.

    Bi weşandina kitêb û materyalên li ser Selaheddîn bi kurdî û tirkî, em dixwazin li ser bingeheke ilmî ev nîqaş bên kirin. Kitêba yekem a Îbn Xelikan ku yek ji kitêbê herî kevn û girîng a li ser Selaheddîn e em dest pê dikin. Kitêbên Minorsky û Boris James û romana nivîskarê norwecî Thorvald Steen, a li ser Selaheddîn "Babelîsk" di dorê de ne. Çapa nû a "Selaheddin`in Mirası" tê amadekirin.

    Di gelek nîqaşên li ser Selaheddîn û dema wî de, behs dibe ku, herçiqas ne di ma`neya îro de jî be, dîsa tu statuya kurdan nebû. Kurd tenê esker bûn. Herweha ciyekî ziman û kultura kurdî jî nebûye. Tişta balkêş ew e ku piştî Selaheddîn bi sedan salan jî dîsa ew rewş nehatiye guhertin. Hê jî bi kurdî, mebesta min kurdiya Bakur e, ne lîteraturek, kitêbek berbiçav li ser Selaheddîn tune. Ne tenê di vê mijarê de bi giştî jimara lêkolînên muteber, werger an telîf, di kurdî de ji tiliyên destekî ne zêdetir in. Heta kurdî di hemû qadê jiyanê de, bi her şêweyî neyê bikaranîn, wê di bin talûke û tehdîdê be. Yek ji armancên herî girîng a van lêkolînan ew e ku kurdî bibe zimanê fikrî, platformek nîqaşê çêbibe, bi "zimanê malê." Ji bo ku kurdî bibe xwedî statuyek, divê pêşî kurdîaxêv wê qîmet û girîngiyê pê bidin.

    Lêkolînên ku ji zimanê eslî tên wergerandin, eger karibin piçekî jî rê li ber merhaleyeke nû vekin, armanca weşana wan wê pêk were. Xwediyê van kitêban tenê xwendevan in. Hêza xwendevanekî têgihiştî ji hêza rêxistin û partiyan mezintir û zêdetir e, ji a hikûmet û dewletan jî ne kêmtir e. Ew hêz û bawerî ye ku ev kultur û ziman gihandiye îro. Em bi hêvî ne ku xwendevanê kurdî, perdeyeke tenêtî û jibîrkirinê nakişîne ser van xebatan.

  • 2. Hamur

Siltan Selaheddine Eyyubi Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.