Rebera Axaftine Fransi - Kurdi

Avesta Yayınları

Cenap Karaduman

90,00 TL
61,20 TL
%32 indirim
Kazancınız
:
28,80 TL
Rebera Axaftine Fransi - Kurdi Hakkında Bilgiler
Türü: Genel Kitaplar
Sayfa Sayısı: 84
ISBN: 9786055585938
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2012
Cenap Karaduman
Cenap Karaduman
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Rebera Axaftine Fransi - Kurdi Kısa Özet

    Avesta dest bi çapkirina koleksiyoneke nû dike. Geşt. Yekem kitêba Geştê Rêbera Axaftinê (Fransî - Kurdî) Guide de Conversation (Français - Kurde) ye. Kitêb ji aliyê Cenap Karaduman û Bawer Okutmuştur ve hatiye amadekirin. Di eynî rêzê de rêberên axaftinê yên Ingilîzî - Kurdî, Îspanî - Kurdî, Almanî - Kurdî tên amadekirin.Îro êdî zimanê kurdî di gelek enstîtu û zanîngehan de bala gelek lêkolînvan û zimanzanan dikşîne û ji ber vê yekê jî xebat û lêkolînên li ser wî her ku diçe berfireh û zêdetir dibin. Ev yek jî, her çend qadeke mezin ji bo lêkolînan veke jî, ew çend bi tevî xwe pêdiviyên cihê jî derdixe holê. Biryara me ya amadekirina rêbera Fransî-Kurdî jî, ji ber sedemên yek ji van pêdiviyan pêk hat. Ji bo mînak, li paytexta herî rengîn a cîhanê, li Parîsê, di gel ku di warê lêkolînên kurdewarî de gelek pêşveçûn pêk hatibin jî, li tu pirtûkfiroş an jî li pirtûkxaneyan me rêberek axaftina Fransî-Kurdî bi dest nexist. Ji bilî vê yekê, çavderiyên me jî nişan dan ku ji mêj ve daxwazek bi vî rengî jî heye.Beriya ku em rêbera axaftinê amade bikin, me çav li gelek nimûneyên cihêreng ên zimanên din gerandin. Piştî berhevkirina van nimûneyan, me xwest pirtûkeke hêsan û rengîn pêk bînin. Ji bo vê yekê, geh bi bêjandina peyvan, geh jî bi tevlêkirina gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî, me formateke dawî bi dest xist. Hêjayî gotinê ye ku gotûbêjên vê pirtûkê bi tenê li gorî çand û jiyana rojane ya kurdî nehatine çêkirin. Ev yek bi baweriya me têgihîştina xwendevanên biyanî dê hêsantir bike û bi kêrî kurdên dîasporayê jî bê.Armanca vê pirtûkê, ji xwendevanan re pêşkêşkirina axaftineke rojane ye. Ev xebat ji bo fransîaxêvên ku bixwazin axaftina rojane ya kurdî fêr bibin û ji bo kurdîaxêvên ku bixwazin axaftina rojane ya bi zimanê fransî hîn bibin, dê bibe rêberek.
  • 2. Hamur

Rebera Axaftine Fransi - Kurdi Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.