- Ürün Özellikleri
-
Qesra Balindeyen Xemgin Kısa Özet
Romana Bextiyar Elî, * Qesra Balindeyên Xemgîn* bi kurmancî derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Heta niha du romanên Bextiyar Elî, *Êvara Perwaneyê* û *Apê Min Cemşîd xan ku her tim bê ew li ber xwe dibir* bi kurmancî derketine û elaqeyek baş dîtine.
Sewsen Fîkret, keçeke ciwan, bêyî ku çûbe derekê wir dizane, dinyayê ji kitêban dinase. Hemû jiyana xwe li kitêbxaneya bavê xwe derbas dike.
Mensûr Esrîn, xwendekarekî gênc ê zanko, xortekî romantîk…
Kameranê Selma, kêrkêşekî jîr, xortekî çavsor…
Xalid Amûn, ji eşîrek mezin, tolazekî dewlemend…
Mensûr, Kameran û Xalid, her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin, 8 salan li dinyayê bigerin, teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide, ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice.
Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih, her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret, hemû balindeyan li malekê kom dike, navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn.
Lê ne ew kesên berî 8 salan e, ne şar eynî şar e… êdî sal di ser Enfalê re çûne, tu hebûna be’siyan li welêt nemaye, hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê *birakujiyê* re rengê qesrê diguhere, dibe; *Qesra Balindeyên Xemgîn*.
-
2. Hamur