19,00 TL
13,49 TL
%29 indirim
Kazancınız
:
5,51 TL
Qalik Hakkında Bilgiler
Türü: Yabancı Dilde Kitaplar
Sayfa Sayısı: 224
ISBN: 9786055279660
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2015
Bawer Rüken
Bawer Rüken
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Qalik Kısa Özet

    Yekemin romana Bawer Ruken, "Qalik" di nav weşanen Avesta de derket. Yekem kiteba Bawer Ruken a bi nave "Dojeha Veşartî" ku ji çirokan pek dihat, di sala 2011an de din av weşanen Avesta de derketibu.

    Ji romane...
    "Gava eşa evine gihişte lutkeya heri dawin, edi tu tişt naye nivisandin ji bili şewata dil."
    "Nivis, tu him demsala bihara dil i him jî payiza tenetiye yî."

    Ligel ku awiren wi di pencereye re li şevreşiye dinerin ji; le mejiye wi hin di nava romane de ye. Buyeren ku dixwest li gor fikr e hesten xwe bihune, wi li ber diwaren bilind beçare dihelin. Buyer, di nava romane de reça xwe bi xwe rast dikin. Lebele tevi ku di destpeke de her tişt di bin qontrola Ramenil de dimeşiya, tevdigeriya u dijiya ji, pişti penc beşen ku bilez hatin nivisin şun de edi niviskar be vina xwe li pey leheng ubuyeren romana xwe diçe. Her çendi ew fikra di destpeke de wi aciz bike ji. Paşe dihele ku ew ji ve yeke dilrehet bibe. Ji ber ku ew tene li nivisandine difikire. Ew ne li rezkirineke bi rek u pek a buyeran u ne ji li hûnandina tevneke bi pevgiredayi difikire. Jiyan romaneke bewext e ku hemu lehengen we bewext ten u dikevin nava buyeran. Disa bewext derdikevin ji nava romane. Lewma yek direve u yê din dide pey we. Ew rewşa her û her berdewam e û we berdewam bike ji heta ku jiyan hebe. Nivis, tu him demsala bihara dil i him ji payiza tenetiye yi.

    Ma ne trajedi ye dayecan xwendin û nivîsandina te tune ye. Heke ez bixwazim çend hûriken gotinan li ber te raxinim da ku tu ji nave çendin nas en aidi xwe u min hilbijeri ma te karibî? Na dayecan na ez bi zimaneki wisa dinivisim ku ne de ne bav ne ji der u dora te te digihijin. Mina kerr u lalan ez ji xwe re dinivîsim û disa ez ji xwe re li çepikan dixim u dile xwe bi xwe dişewitinim u di heman deme de bi xwe li ber dile xwe didim. U carna bi herseke fetisoki li ber sere gotinen xwe rudinim yek bi yek, yek bi yek, yek bi yek mina gulen bihare ter u teze beyi ku dile min bi wan bişewite dikujim. Ma ne trajedî ye dayecan li vi bajare Rihaye her kes di kiraseki ditir de ku qet u qet naşibe kirase malê de diji. Kiraseki ku tu cari li ser rastiye runane u beguman wê tu cari ji nikaribe li ser rûne.

  • 2. Hamur

Qalik Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.