100,00 TL
71,00 TL
%29 indirim
Kazancınız
:
29,00 TL
Medrese Hakkında Bilgiler
Türü: Azınlık ve Etnik Sorun Kitapları
Sayfa Sayısı: 110
ISBN: 9786058813045
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Mela Birhane Tarini
Mela Birhane Tarini
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Medrese Kısa Özet

    Medrese - Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me ya Mela Birhanê Tarînî derket!

    Medrese - Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me, lêkolîn û lêgerîna melayê hêja yê bi xwe derçûyî medreseyên Kurdan, Mela Birhanê Tarînî, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.

    Wekî saziyeke dêrîn a ku rehên xwe bi kûrahiyên axa Kurdistanê de berdaye, medreseyên me û hucreyên feqiyan roleke xwe ya pirr girîng di pergala perwerdehiyê ya li welatê me de her hebûye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî bi riya tecrubeyên feqîtî û melatiyê û çavdêriyên xwe yên di van deman de, mijara medreseyan tîne dixe rojeva me.

    Medreseyên welatê me li ber jibîrbûnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan, li gorî bipêşveçûn û geşedanên cîhana nûjen, reng e ku mirov bibêje, riziyaye, an jî êdî ji demê re nabe bersiv. Nivîskar Tarînî, di vê berhema xwe de xwe dispêre vê tespîta xwe ya girîng û li jêr sernavên cihêreng, piştî ku behsa dîroka medreseyên me, hejmara wan, rola dîrokî ya medreseyên me ya di jiyana rojane ya Kurdan, zanista Kurdan û wêjeya Kurdî de dike, îcar raz û niyaza ku li ba gelek kesan heye, lê kêm kes behsê jê dike, eşkere dike û pêşniyarên dilêrane tîne bo nûjenkirina medreseyên me, mifredeta wan, pê re jî rola wan a civakî ya li ser neteweya Kurd.

    Îslam yek ji rastiyên welatê me ye û medreseyên me yên welatparêz divê di navenda mijara medreseyan de bin. Li ser vê bingehê, berhemeke hêja, Medrese - Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me, ji Mela Birhanê Tarînî.

  • 2. Hamur

Medrese Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.