Kurd, Kiteb, Çapxane

Peywend

Mesud Serfiraz

35,00 TL
25,55 TL
%27 indirim
Kazancınız
:
9,45 TL
Kurd, Kiteb, Çapxane Hakkında Bilgiler
Türü: Tarih Araştırma ve İnceleme Kitapları
Sayfa Sayısı: 246
ISBN: 9786058434509
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2015
Mesud Serfiraz
Mesud Serfiraz
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Kurd, Kiteb, Çapxane Kısa Özet

    Mebesta vê xebatê lêkolînkirina li ser weşangeriya kurdî ya dema Dewleta Osmanî ye. Danasîna kitêbên kurdî yên ku di navbera salên 1844-1923yan de di nav sînorê Osmanî de çapbûne, naskirina weşangerên van kitêban û têkiliya van kesan bi komeleyên kurdî re mijarên sereke yên vê xebatê ne. Ji bo vê yekê di beşa 3 û 4an de danasîna 40 kitêbên kurdî yên wê dewrê tê kirin. Herwiha di beşa duyem de hewl tê dayîn ku peywendiya di navbera çapkirina kitêbên kurdî û pêşketina nasnameya kurdî ya di dewra Osmanî de bê nîşandan. Ji ber vê yekê di vê beşê de qala komeleyên kurdan ên wê demê û weşanên wan ên periyodîk, bi giştî çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî, vegotina rewşenbîr/netewperwerên kurd ên wê demê û çend bûyerên girîng tê kirin. Dîsa bi vê mebestê behsa du kesan tê kirin ku bi fikriyata xwe bandoreke mezin li ser kurdayetiyê wê dewrê kirine: Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî.

    Naxwe em dikarin bibêjin ku du aliyên vê xebatê hene: Aliyê pratîk hewl dide ku di nav çarçoveya xebatê de lîsteya kitêbên kurdî yên dewra Osmanî derbixe, aliyê teorîk jî hewl dide ku beşek ji fikra *kurdayetî*yê û têkiliyên wê yên bi metbûatê re ronî bike. Ji bo pêkanîna vê jî çavkaniyên sereke weşanên wê demê bûn. Kovar, rojname, kitêb û rêziknameyên wê dewrê, hin caran jî belgeyên arşîva Osmanî rê nîşanî me da.

  • 2. Hamur

Kurd, Kiteb, Çapxane Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.