- Ürün Özellikleri
-
Hotel Europe Kısa Özet
Çapa duyem a romana Ferhad Pîrbal *Hôtel Europe* derket.
Mihemedê Hacîzade, meleyekî kevn î îranî ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel’îlîbaskirin û li Parîsê penaber e, eger peyda bibe bi qaçaxî kar dike, bê nasname ye, nikare here ciyekî…
Ferhad, vebêjerê romanê, ressamekî kurd li Parîs / Montmartre portreyan çêdike. Bi şev li hotêlekê kar dike: Hôtel Europe. Monsieur Luciana, cihûyekî bi eslê xwe portekîzî, li Parîs, Oxford û Tel Avîv xwediyê milkên mezin, doktora xwe li ser şaîrekî îranî kiriye, xewna wî ya mezin serdana Esfehanê ye.
Saqî Gulçîn, li San Francisco xwediya galeriyeke navdar, femînîsteke ehlî keyf…
*Hôtel Europe* laboratuwareke Rojhilat û Rojava ye, do û îro, em û ên din, niştecî û biyanî, rastî û çewtî raserî hev in.
Û wek di romanê de tê gotin bûyereke piçûk: *Hertim tekane bûyereke piçûk heye çarenivîsa me destnîşan dike. Lewma em, hemû, hergav ji xwe re dibêjin: ‘Eger ew bûyera ji rêzê neqewimîba, ew hemû bûyerên din qet nedihatin serên me.’
Tu kes nîne rojekê ji rojan, ev gotin ji xwe re negotibe! Her bûyerek riyek e bo gihiştina bi bûyereke din.* Bûyer li pey hev diqewimin, rû tev li hev dibin, nav tev li hev dibin, rojava û rojhilat, dûrbûna wan xewneke, nêzîkbûna wan du xewn in… paradoksên ku di dawî de û bi hev re tevneke hevdûgirtî pêk tînin, û gotina yekalîker ji devê Saqî Gulçînê tê der…
-
2. Hamur