12,00 TL
8,52 TL
%29 indirim
Kazancınız
:
3,48 TL
Dile Kuren Min Hakkında Bilgiler
Türü: Şiir Kitapları
Sayfa Sayısı: 64
ISBN: 9786055585143
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2014
Kamiran Ali Bedirxan
Kamiran Ali Bedirxan
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Dile Kuren Min Kısa Özet

    Kitêba şi’ran a Kamiran Alî Bedirxan *Dilên Kurên Min* ku di sala 1932yan de di nav weşanên Hawarê de li Şamê derketibû, piştî 82 salan ji nû ve di nav weşanên Avesta de derket.
    Li jêr em ji kitêbê şi’ra bi navê *Xebat* çap dikin.

    Xebat

    Kekinon werin xebatê
    Sibe bûye roj helat
    Bi zanîn û mektebê
    Ava dibe ev welat

    Werin, werin dibistan
    Dergehê xwe vekirî
    Werin her rûj zêdetir
    Bi zanînê, bikêr î

    Werin lawinon mektebê
    Mêkteb hêlîna me ye
    Bibezin zû, lez werin
    Zanîn hevîna me ye.

    Roj kaniya ruhnî ye
    Mekteb kaniya zanîn
    Dê û bavên me hemî
    Keç û lawên xwe anîn

    Werin, werin mektebê
    Hêlîna me dibistan
    Bi xwendin û zanînê
    Ava dibe Kurdistan.

    Kamiran Alî Bedirxan

    Di sala 1895an de li Stembolê hatiye dinyayê. Kurê Emîn Alî Bedirxan, neviyê Bedirxan Paşa ye. Hê di ciwaniya xwe de li Stembolê tevlî tevgera kurdî bû. Yek ji endamê Kürdistan Teali Cemiyeti bû. (1919) Di kovarên Jîn û ‹ctihad de û di rojnameya Serbestî de nivîsên wî yên derheqê kurd û Kurdistanê de derketin. Piştî avakirina cumhuriyetê bi birayê xwe Celadet Alî Bedirxan re çû Almanya û li vir doktoraya huquqê qedand. Di Hawar û Ronahî de nivîs, şiîr û wergerên wî weşiyan. Demekê li Bêrûdê ma, li vir rojnameyên Roja Nû û Stêr weşand. 1947an de çû Parîsê û li Unîversîteya Sorbonne bû mamostayê zimanê kurdî. Di sala 1978an de li Parîsê wefat kir. Li ser edebiyat, gramer, ferheng û alfabeya kurdî nezîkî 20 berhemên wî hene. Avesta, hemû berhemên wî ji nû ve diweşîne, ê ku heta niha çap bûne ev in:
    - Kulîlkên Ezêb (Şi‘r, 1998)
    - Çîrokek Gotin û Ketin Xewê (wergera çarînên Omer Xeyam, 2001)
    - Elfabeya Min (2009)
    - Edirne Sükûtunun İç Yüzü (bi Celadet Alî Bedirxan re, 2009)
    - Bobi’nin Hatası (bi Celadet Alî Bedirxan re, 2011)
    - Xwendina Kurdî (2013)
    - Kürdistan Kralı (Roman, bi fransî, tevî Adolphe de Falgairolle, 2013)
    - Kürdistan Kartalı Yado (Roman, bi almanî, tevî Herbert Oertel, 2014)

  • 2. Hamur

Dile Kuren Min Hakkında Yorumlar