200,00 TL
142,00 TL
%29 indirim
Kazancınız
:
58,00 TL
Bazeber Hakkında Bilgiler
Türü: Tarih Araştırma ve İnceleme Kitapları
Sayfa Sayısı: 312
ISBN: 9786257253208
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2021
Ergin Opengin
Ergin Opengin
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Bazeber Kısa Özet

    ­Mela Se’i^d Şemdînanî li salên 1870yan ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye. Sala 1914an gava dewleta Osmanî cîhadê radigihîne, Mela Se’i^d fetwayekê li dijî cîhadê dide û li ser wê yekê tê girtin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe tê rizgar dibe. Mela Se’i^d xwe digihîne Ûrmiyê û li wir hem karên siyasî û civakî dike û hem jî dibe mamosteyê kurdî yê sefîr û kurdologê navdar Basil Nikitin. Li ser daxwaza Nikitin, hejmareke zêde ya hekayetan li ser çand, civak û dîroka herêma Şemdînan û derdorên wê dinivîse. Mela Se’i^d sala 1918an di temenê navsere de her bi destê mirovên xwe tê kuştin. Piştî şoreşa 1917an li Rûsya, Nikitin mişext dibe Parîsê û destnivîsên Mela Se’i^d ligel xwe dibe û çendek ji wan çap dike. Piştre kurdologên wek Thomas Bois û David N. MacKenzie jî li ser wan dixebitin, lê piraniya destnivîsan di arşîvan de neçapkirî û nenas dimînin. Ergin Öpengin ji arşîvên şexsî û dezgehî yên li Ewrûpayê ew destnivîs bi dest xistine û bi rengekî hûrbînane ew tevî danenasîn û nirxandineke berfireh di vê kitêbê de amadeyî çapê kirine. 

    Mela Se’i^d Şemdînanî di van nivîsarên xwe de bi çavê zanayekî dunyewî û ronakbîr li meseleyên siyasî û civakî yên dema xwe dinêre, û bi hekayetbêjî û bi rewanbêjiya xwe ya sersûrker tabloyeke rengîn a Kurdistana sedsal berê dikêşe ku tê de ji metelokên heywanan heta çîrokên şexsiyetên deverê, ji serhildanên kurdan li dijî dewleta Osmanî heta şerên di navbera eşîretan de, ji nîqaşên dînî heta dîroka terîqetên herêmê behs û babetên cihêreng cih digirin.

    Piştî Mela Mehmûdê Bayezîdî, Mela Se’i^d Şemdînanî duyemîn stûnê pexşana kurdî ye ku dê bi vê berhemê çêtir bê nasîn. Lê ev nivîsare^n Mela Se’i^d herwiha bazeber in, anku “kevirên di ser re bazdanê” ne, ji zemane^ mi^r u^ s¸e^xan bo zemane^ dewlete^n navendi^, ji serdema beri^ s¸eri^ bo pis¸ti^ s¸eri^, ji ci^hana devki^ ya kurdi^ bo ci^hana nivi^ski^, u^ ji edebiyata kurdi^ ya rist û helbestan bo ya pexs¸an u^ paragrafan.

  • 2. Hamur

Bazeber Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.