Tükendi
Gelince Haber VerXoşxwan dîwana Seydayê Cegerxwîn a yekemîn e. Ev dîwan, ew dîwan e ku nivîskarê wê çend helbestên wê di dîwanên xwe ên din de bi cî kirine û di dawîya dîwana xwe a bi navê Kî me Ez de gotiye: *Ev her du ristên dawî ji dîwana min a kevnare ne, ko min nedixwest wê çap bikim. Her wekû ev ristên ha, di sala 1348- 1925`an de hatine çêkirin, lê ji ber ko gelek gotinên biyanî tê de bûn û heta awira min jî hatiye guhertin, min nexwest wê dîwanê çap bikim, lê destnivîsî li nik min peyda dibe.*
Wekî nivîskar jî dibêje piştî vê dîwanê awira Seyda guherîye. Di vê dîwanê de Cegerxwînekî Xwedênas heye û ji lewma jî pesnê Xwedê û pêxember dide. Lê Seydayê Cegerxwîn di vê dîwana xwe de jî rexneyan li şêx, mela, suxte, paşa, begler, şivan û gavanên Kurd dibarîne û dibêje:
…
Ey şêxê sahibê tac
Wey Rebê qewmê Kurmanc
Madem tu serbitac î
Çiman tu bêrewac î?
…