Tükendi
Gelince Haber VerHêrs bû ku pehîna xwe li beroşê bide, lê wekî ku destekî xeybanî bi lingê wî bigire, hema di ciyê xwe de sekinî. Rûyê Çawîş mîna delavê goleke genî, bi carekê kevz girt. Hemî rik û nifrîn, ji ser rûyê wî dawerivî nava dilê wî. Meşka zikê wî zêdetir werimî.
Li benda “kilîta cennetê” bû Çawîş. Bişirî, bi bişirîna wî re şev tarîtir bû. Paşê xwe da Besna û zarokan û meşiya odê. Bi gava ewil re destê xwe avet qiloçê simbêlên xwe û bada.
Bi zîqîna dengê derî re zarok li dora sifrê civiyan. Besna beroş dernexûn kir û şorba mayî bera leganê da. Ji ber tirs û xofa Çawîş, çi xwarin û vexwarin di nava zarokan de hebû, hemî mehiyabû û êdî deng bi rêviyên wan ketibû. Mîna ku ketibin pêşbaziyê, kevçiyên wan dilopê şorbê li dû xwe rêz dikirin û di navbera devê wan û legana şorbê de diçûn û dihatin.