50,00 TL
39,00 TL
%22 indirim
Kazancınız
:
11,00 TL
Sür ü Toledo Hakkında Bilgiler
Türü: Kürt Edebiyatı
Sayfa Sayısı: 48
ISBN: 9786257085229
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2021
satis-icon
Satış Rakamları 1 adet satılmıştır.
Zerdeşt Cemal
Zerdeşt Cemal
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Sür ü Toledo Kısa Özet

    Pirtûka helbestan a helbestvan Zerdeşt Cemal derçû. Pirtûka bi navê *Sûr û Toledo* ji aliye Gula Almastê ji Tirkî hatiye wergerandin.Pirtûka ku bi ebata piçûk (11x15,5) hatiye çapkirin ji 48 rûpelan pêk tê. *Sûr û Toledo*nehemîn pirtûka Zerdeşt Cemal e. Biranîn(êş)ên Şaêr di gere wi ya Toledoya de jî dev jê bernadin û dibin sedem ku ev helbest derbikeve. Em dikarin bivêjin ku qesasên jiyana emrê me Di kuncikên Destana Sûr û Toledo de Veşartîne…Ne tenê qesas herwiha lehengên weka Serbazê mirinê Ahmo jî wek hêmayake berxwedanê derdikevin pêşberî me. Şaêr bi berhevkirina Tajo û Dijleyê hem ji aliye dîrokî ve hem ji ji aliye rewşa heyî dide berhev.
    …Toledo
    Te xwe spartîye milên fetlokî ên Tajo
    Bi xwe ewle
    Destbirakê Dîjle, Tajo!
    Tu diherikî bi lez
    Weke tu dixwazî xwe bigihîne destbirakê xwe
    Û dest bide destbirakê xwe
    Dîjle…
    Tajo
    Li qiraxên te pornixî ne
    Di cemeda dîrokê de
    Şowalyên te
    Tevî xelatê Madalyonên qehremanîyê
    Bûne sîmbol di nava pêlên te de…
    Sûr û Toldeya Zerdeşt Cemal hem gazinc e hem jî hawar e ku dinuqutîne bi ser çemê Tajo de; bo biherike xwe bigîhîne hawara Dijleyê.
    …Îro
    Hestiyên zarokên destbirakê te Dîjle…
    Di qedera qonteynirên gemarê de rêwî ne
    Di bêkesîya xwe de dixurrimin
    Di bihara ‘emrê xwe’y ciwan de…
    Nav û dengê te bilind dibe li kolanên Sûrê
    Xendek li ‘emre min tên kolan
    Li kuçekorên kevirî
    Xweşikîya te weke ronahîya rojê
    Misebiba qetla min e
    Zarokên min dimirin
    Siberojên sêwî ava dibin bi navê te
    Toledo
    Ev şi’êr rexnekirina şer e, hesab pirsîna ji qederê û vexwendnameya aştiyê;
    …Wêrekîya min zarokên min e
    Di cengê de bêserûber
    Nihirîna min hilnayê di tu zimanî de
    Bêmecal dimînin zarokên min
    Gava bi Dîwarê Kîmyasalê’v radipelikin

  • 2. Hamur

Sür ü Toledo Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.