- Ürün Özellikleri
-
Siya Şeve Kısa Özet
Pişti romana xwe ya dilveker *Evina Merxaseki* ya ku çiroka evina Derweşe Evde u Edule tine zimen, İbrahim Osman ve care me dibe geşta çiroken xwe yen xwedi vegotineke rewan, xweşkok u herikbar. Berhema ku ji heft çirokan pek te, xwineri wer dike di xefika tevin u hunandinen xwe yen şirin de.
Çiroken Siya Şeve giraniye didin kitekiten jiyana gerilatiye u salen bi eş u keser en ku mohra xwe li çarenivisa gele kurd daye. Ji *Nasnameya Bi Xwin* bigire ku behsa rasthatiniya kambax u dilsoj a xiziman di şere birakujiye de dike, heta bi çiroka *Xezineya Bin Erde* ya ku bale dikişine ser destpeka bişkivina xebata çekdar a gele kurd li bakure Kurdistane u sosretiya danustandina kurdan a li gel ve xebate, u heta bi *Yazdeh Gul Bişkivin* ku çiroka mirina trajedik a duwazdeh şervanen azadiye bi desten xwezaya Kurdistane ya dilkevir radixe ber çavan. U di nav re, malwerani, qeleşi, hevişikestin u buyeren kenegiri tevina çirokan di heriya xwe vedigevizinin.
İbrahim Osman xwe di çirokbejiya xwe de dispere diware gewre ye rastgiriya diroka gele kurd a nujen u hewl dide ku hurgiliyen ve diroke di qalibeki wejeyi ye cihewaz de ro bike.
-
2. Hamur