200,00 TL
136,00 TL
%32 indirim
Kazancınız
:
64,00 TL
Şifa Gerdi Hakkında Bilgiler
Türü: Yabancı Dilde Kitaplar
Sayfa Sayısı: 256
ISBN: 9786052246030
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2018
Besam Mistefa
Besam Mistefa
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Şifa Gerdi Kısa Özet

    Kiteba li ser xebat u jiyana rojnameger Şifa Gerdi, bi nave *Şîfa Gerdi Çiroka Rojnamevaneke Werek* derket. Berhem ji aliye hevkaren Gerdi, Tora Medyayi ya Rudawe ve hatiye amadekirin u Besam Mistefa jî ji sorani wergerandiye kurmanci. Şifa Gerdi sala 1987 an wek gelek zaroken welate xwe li Kampa Zewe, kampa penaberan, Rojhilate Kurdistane hate dinyaye. Pişti xwendina medyaye li Rudawe dest bi kare rojnamevani kir. 2016 an operasyona kontrolkirina Musile dest pe kir. Ligel destpekirina operasyone, bi programeke rojane bi nave *Focus Mûsil* derket ser ekrana Rûdawê. Li ser daxwaza xwe diçû Mûsilê û bi şevan çîrok û hevpeyvîn û dîmenên balkêş ên komkirî li Mûsilê nîşanî temaşevanan dida, wek pêşkêşkareke cîhanî derdiket. Ew li çîrokên mirovî digeriya. Rojekê behsa çarenivîsa keçên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin dikir. Rojeke din çîroka kalemêr û pîrejin û zarokên wan ên reviyayî vedigot. Rojekê lihawarçûnên tendirustî û xorakî lêkolîn dikir. Rojekê jî temaşevan tûşî sûprîzê dikirin û bi kîvroşkeke birîndar re derdiket ser ekranê.

    Roja 25.02.2017an Şîfa Gerdî careke din çûbû Mûsilê da çîrokeke din ji programa xwe re bîne. Plana wê ew bû ku dotira rojê mêvanekî şareza bibe ser Çala Xesfeyê, ku Çala Mirinê bû û DAIŞê bi dehan însan tê de kuştibûn. Lê nikarîbû vê yekê bike, di dema kar de û di nava hizrîna li ser anîna çîrokeke cengê de, bi bombeyekê jiyana xwe ji dest da. Di vê berhemê de ligel bîranîn û nivîsar, teksten edebî û peyamên sersaxiyê, lêkolîna akademîk a Şîfa Gerdî a bi navê *Rûdaw çawa hilbijartinan rûmal dike?* dike ku mirov vê rojnamevana wêrek û şareza ji nêz ve binase.

  • 2. Hamur

Şifa Gerdi Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.