Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Serpêhatiyên Mîro û Simore

Üretici Liste Fiyatı
280,00 TL
187,60 TL
%33 İndirim
Kazancınız
92,40TL
Parapuan: 188
Alışveriş listeme ekle

Tükendi

Gelince Haber Ver
Serpêhatiyên Mîro û Simore
Türü : Hikayeler
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 156
ISBN : 9786259383279
Basım Yılı :
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Vî teyrê perbelek û neqşîn xwe bi wan da nasîn û got:
Ez teyrê gebil im. Pirbêj im. Gava yekî nenas qesta vî warê me bike, ez serê pêşîn wan radiwestînim û miraz û meqseda wan dipirsim. Paşê ez hayê bazî û heyloyan pê dixim.
Simore xwe negirt û got:
Min gelek navê te bihîstiye, li daristana me ya henga bajarê mirovan, ji toxmê we teyr tune ne. Nizanim çima? Gava ez hinek caran dereng dihatim malê, dayika min digote min: Te xêr e, qey tu jî bûye gebla bê hêlîn. Êra ev çi mesele ye?
Gepila ne li benda vê pirsê serê pêşîn hinekî şewişî, per û baskên xwe kudkudandin, gijegij bi derdorê xist, bû qud quda wê. Qasekî mîna dûvteşîkan li ser serê wan çerixî. Paşê dewxa xwe danî, got:
Hey ho birakê Simore hey ho! Ma tu neqş û xemla van şanperên min nabînî! Şanperên xwe vekirin, gijgijandin. Paşê got:
Ma te qet li tu derê delaliyeke weha dîtiye?

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.