Risteyen Kaptan Hakkında Bilgiler
Türü:
Şiir Kitapları
Sayfa Sayısı:
112
ISBN:
9786256605046
Kapak:
Ciltsiz
Kağıt Tipi:
2. Hamur
Basım Tarihi
2023
Satış Rakamları
1 adet satılmıştır.
Kampanya
- Ürün Özellikleri
-
Risteyen Kaptan Kısa Özet
Ev stranên Pablo Nerûda ji nav bayên hêşîn û bagerên sor û qemirî bilind dibin. “Evîn”, “Xwez û Vîn”, “Qehr û Xeyd” û “Jîn”!
Evîn şeng û şad e, Xwez û Vîn dibe kemîn û êrîş û tinekirin û pişavtin.
Qehr û Xeyd bi rik û behc û xişm û xezeb û hêrs û hewom difûre, li bers û hesaban dipirse.
Û Jîn di aramiya hiş û hidam de diherike, dimeşe, pêş ve diçe.
Pesn in ev stran, bi sosin û bûkikan mişt û tije ne; bîhna garis û nanê germ, beza hespan, pêlên zîv û xirpûkan, gil û lajwerd, tilisma asîman û sîber û roj û behr û birq û bihar û ba û rûbaran, gaz û bêlan, şiverêkên nepen, can û ten, bejn û beden, ar û pêt tê de ne.
Talat İnanç, vî agirê bi şewt û şewatê di tendûra xwe ya xumxumî de dadayî bi zimanê Kurmancî dubare dike û bi me digîne. -
2. Hamur