240,00 TL
160,80 TL
%33 indirim
Kazancınız
:
79,20 TL
Rewdi`n-Ne`im Hakkında Bilgiler
Türü: Kürt Edebiyatı
Sayfa Sayısı: 640
ISBN: 9786050661293
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2021
satis-icon
Satış Rakamları 4 adet satılmıştır.
Şex Ebdurrehmane Aqtebi
Şex Ebdurrehmane Aqtebi
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Rewdi`n-Ne`im Kısa Özet

    Em, di vê xebata xwe da, li ser Rewdî’n-Ne‘îm’a Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî sekinîn. Pênc nusxên Rewdî’n-Ne‘îm’ê hene. Nusxa ku em li ser xebitîn, destxeta muellîf yanî ya Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî bi xwe ye. Me vê xebata xwe kir sê beş. Di beşa yekem da, em, li ser jîyan û eserên Şêx ‘Ebdurrehman sekinîn. Bi awakî berfireh, me di derheqê wî û eserên wî da, mehlûmat dan. Ji ber ku ji medresa Aqtepê û ji malbata Aqtepîyan, yanî ji ‘eynî malbatê gelek şa‘ir û ‘alim derketine, loma me di ‘eynî beşê da, cî da danasîna şa’îrên din ên ji malbatê; û me ew û eserên wan, dan nasîn. Di beşa duyem da, ji ber ku mijara Rewdî’n-Ne‘îm’ê di derheqê *Hîlye* û *Mî‘rac*a Hz. Pêxember da ye, loma me jî bi awakî fireh, di derheqê hîlye û Mî‘rac’ê da, agahî da.  Di beşa sêyem da jî, me Rewdî’n-Ne‘îm ji alîyê naverok û şeklî ve nirxand.

    Rewdî’n-Ne‘îm, bi mûxtewîyata xwe, helbestên li ser evîna Hz. Pêxember in. Şêx ‘Ebdurrehman di vê esera xwe da, evîna xwe ya di dilê xwe da vegotîye, yanî ne‘tên xwe pêşkeşî evîndarê xwe (Hz. Pêxember) kirîye. Rewdî’n-Ne‘îm, li gorî mesnewîyên Kurdî yên heyî, ji alîyê muqeyeseyê ve, esereka gelek stûr e. Mijara wê, hîlye û Mî‘rac’a Hz. Pêxember e. Di nav xwe da, kitêb beş bi beş e. Kitêb, ji 4511 malikan (beyt) pêk hatîye û bi şiklê mesnewîyê hatîye hûnandin.


    Hemî dê biçin cennetê bêguman
    Hîsab û ‘ezabek tu nîn e li wan


    Bi bab û bi daê Resûlê Kerîm
    Bi ensabê Sultanê îhsan‘emîm


    Îlahî! Tu, *Rûhî* nekî şermîsar!
    Kerr û lal û gêj e, tu nîn e medar!

  • 2. Hamur

Rewdi`n-Ne`im Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.