Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike

Avesta Yayınları

Mueyed Teyib

200,00 TL
142,00 TL
%29 indirim
Kazancınız
:
58,00 TL
Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike Hakkında Bilgiler
Türü: Şiir Kitapları
Sayfa Sayısı: 256
ISBN: 9786055279684
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2014
satis-icon
Satış Rakamları 1 adet satılmıştır.
Mueyed Teyib
Mueyed Teyib
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike Kısa Özet

    Hemû berhemên si`rî yên Mueyed Teyib, bi nave "Ne ba min siwar dike / Ne ax min peya dike" di nav wesanên Avesta de çap bûn. Mueyed Teyib yek ji pêsengên si`ra kurmancî / behdînî ye. Selîm Temo berhem tev de ji alfabeya erebî kirine latînî.Çapa taybet a kitêbê jî tê amadekirin.Mueyed Teyib, di sala 1957an de, li Dihokê jidayîk bû. Ji dibistana seretayî heya lîseyê li Dihokê xwend. Di sala 1978an de, dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zankoya Bexdayê kir. Di Radyoya Kurdî û heftenameya Hawkarî de xebitî. Di wan salan de weke helbestvan hate naskirin, lê di sala 1979an de, helbestên wî hatine qedexekirin. Digel vê yekê, helbestên wî di nav gel de belav dibûn, gelek kesan ew ji ber dikirin û hin ji wan helbestan jî bûne stran. Di sala 1982yan de, ji ber gefên rejîmê dev ji xwendina xwe berda û besdarê soresê bû û bû pêsmerge. Li çiyayên Kurdistanê jî helbest nivîsî û bi riya Radyoya Soresê ew belav kirin. Di pey re weke penaber li Swêdê bi cî bû (1983). Teyib, li wir jî karê wêjeyê domand û di kovara Berbangê de xebitî û demek sûn de bû sernivîserê kovarê.

    Mueyed Teyib, di sala 1996an de vegeriya Kurdistanê û bû yek ji damezrênerê Kurdistan TVyê. Di sala 2002an de Wesanxaneya Spîrêzê ava kir. Ev wesanxane ku weke kelha Kurmanciyê li Basûr, heya niha ji çar sedî zêdetir pirtûk wesandine. Di sala 2007an de bû endamê Akademiya Kurdî li Hewlêrê. Di hilbijartina 2010an de weke parlamenter hate hilbijartin ku niha li Parlamentoya Iraqê, berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê ye. Di sala 2011an de, di kiryariyeke terorîstî de bi giranî birîndar bû. Teyib, çar zarokên xwe hene. Mueyed Teyib, yek ji pêsengên helbesta kurmancî ya Basûr tê hejmartin. Di nav nifsa ku di salên 70yî de kurmanciya behdînî dewlemend kirine de, navekî xuyane ye. Teyib, demeke dirêj di warê wêjeya zarokan de jî xebat kiriye û mehnameya zarokan a bi navê Kepir wesandiye. Çend pirtûkên bo zarokan ji erebî û swêdî wergerandiye ser kurdî.

    Helbestên wî di pirtûkên dibistanan de jî têne belavkirin. Helbestên wî bo zimanên weke erebî, farisî, fransî, ingilîzî, swêdî û tirkî hatine wergerandin. Çendîn wekolînên akademîk jî li ser helbestên wî hatine amade kirin. Berhemên wî: -Stran û berf û agir (Helbest: 1992, Dihok; 2004, Hewlêr; 2009, Sam) - Piling dema birsî dibin… Mirov dema têr dibin (Helbest: 2012, Dihok) - Keskusor (Werger: 2002, Dihok; çîrokên zarokan ji swêdî bo kurdî) - Astî û Viyan (Helbest bo zarokan: 2007, Dihok) - Me nevêt tund û tûjî (Helbest bo zarokan: 2009, Dihok) - Parzînkê si`r û çîrokan (Berhevok bo zarokan: 2010, Dihok)

  • 2. Hamur

Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.