Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Mizgina Azadiye

Üretici Liste Fiyatı
230,00 TL
154,10 TL
%33 İndirim
Kazancınız
75,90TL
Parapuan: 154
Alışveriş listeme ekle

Tükendi

Gelince Haber Ver
Mizgina Azadiye
Türü : Şiir Kitapları
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 152
ISBN : 9786256605848
Basım Yılı :
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Mela Îmadedîn Gurdilî, di sala 1933an de li gundê Elebociyan ê li ser navçeya Farqînê hatiye dinyayê. Lê bavê wî ji gundê Kirîva yê Gurdilana Sêrtê hatiye; lewma mexlesa wî ya helbestî “Gurdilî” ye. Li medreseyên Kurdistanê ji gelek seydayên hêja ders wergirtiye. Sala 1960î ji Seydayê Mele Ebdulayê Sergewra îcaze girtiye. Nêzîkî 20 salan (1959-1978) li gundê Aqûba yê Bismilê (ku niha li ser Batmanê ye) melatî kiriye. Paşê çûye Diyarbekirê û êdî li wir di wezareta avadanîyê de xebitiye. Di sala 2020an de wefat kiriye. Eşqa welat, di dema feqîtiya xwe de bi tesîra şê‘rên Cîgerxwîn pê re çêbûye. Lê xasma têkoşîna Mela Mustefa Barzanî û hevalên wî, fikr û hestên wî yên netewî geş û gurr kirine. Di sala 1958yê de dest bi nivisîna helbestan kiriye. Ji bil xebatên hunerî û ilmî, xebatên siyasî jî kirine; di sala 1965an de gava ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Tirkiyê ava bûye, ew bûye endam û digel çar havalên xwe şaxa Partiyê ya Batmanê vekiriye. Seydayê Gurdilî, helbestên xwe bi wezin hûnandine. Ew xwe di helbestê de şopgerê Ehmedê Xanî û Seydayê Tîrêj dibîne. Wî li ser babetên cûrbicûr helbest nivîsandine; li ser têkoşîn û doza netewî, li ser evînê, li ser şînê, li ser roj û bûyerên girîng ên civakî, li ser karesatên bi ser miletê Kurd ve hatî, li ser navdar û şehîdên Kurdistanê û wd… Dîwana wî ya yekem, bi navê Banga Yekîtî bo Azadî sala 2012an di weşanxaneya Nûbiharê de weşiyaye. Ev kitêba li ber destê we ya bi navê “Mizgîniya Azadî” jî dîwana wî ya duyem e.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.