Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Mesnewiya Yusuf u Zuleyxaye

Üretici Liste Fiyatı
460,00 TL
308,20 TL
%33 İndirim
Kazancınız
151,80TL
Parapuan: 308
Alışveriş listeme ekle

Tükendi

Gelince Haber Ver
Mesnewiya Yusuf u Zuleyxaye
Türü : Kürt Edebiyatı
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 432
ISBN : 9786059413497
Basım Yılı : 2019
Kağıt Tipi : 2. Hamur
Satış Rakamları:9 adet satılmıştır.

Yûsuf û Zuleyxayê, herçiqas zêdetir wek çîrokeke dînî/edebî bête zanîn jî, ew ji çîrokekê zêdetir e. Lewra di vê serpêhatiyê de kodên muhîm ên hafizeya însaniyetê hene. Ji ber wê yekê, xwînerên vê çîrokê aşinayê wan kod, motîf û epîzodên wê ne. Çunkî ev çîroka, çîrokeke hevpar e. ku parçeyek çîroka herkesî di vê çîrokê de heye. Loma jî ji edebiyatê heta resm û tiyatroyê, ji huner heta îlahiyatê di gelek qadan de ev çîroka bûye mijara berhemên girîng.

Di edebiyata klasîk de jî cihê mesnewiyên Yûsuf û Zûleyxayê gelek girîng e ku şairên edebiyata klasîk wek armanc xwestine wê *çîroka herî xweş* –yanî bi gotina Qur’anê *ehsen’ul-qeses*ê-binivîsin. Di edebiyata mesnewiyê ya Rojhilatê de metnên li ser vê çîrokê cihek taybet digirin û numûneyên wê yên nivîskî gelek in. Di edebiyata Kurdî de jî numûneya wê ya yekem metnê Selîmiyê Hîzanî ye.

Di vê xebata Ayhan Tek de, çîroka Yûsuf û Zuleyxayê ji aliyê bingeha xwe ve digel tesîra wê ya edebî hatiye vekolan. Digel transklîterasyona metnê mesnewiya Selîmiyê Hîzanî, di vê xebatê de arkeolojiya çîroka Yûsuf û Zuleyxayê jî hatiye tehlîlkirin. Bi vî şiklî bi giştî di edebiyata Rojhilatê de û bi taybetî jî di edebiyata Kurdî de ev çîroka hatiye vegotin.

Di vê xebatê de digel analîzeke berfireh, edîsyon-krîtîka Yûsuf û Zuleyxayê hatiye kirin. Bi vî şiklî dê xwendevan û lêkolîner bikaribin li ser vê çîrokê ferqên nusxeyan û serencama berhemeke klasîk ya di destxetan de mabû bibînin.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.