Kurden Suriyeye: Geleki Jibirkiri Hakkında Bilgiler
Türü:
Kürt Edebiyatı
Sayfa Sayısı:
221
ISBN:
9789944382861
Kapak:
Ciltsiz
Kağıt Tipi:
2. Hamur
Basım Tarihi
2009
Kampanya
- Ürün Özellikleri
-
Kurden Suriyeye: Geleki Jibirkiri Kısa Özet
Kitêba Kerîm Yildiz Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî di nav weşanên Avesta de derket.Ev kitêb, yek ji kitêbên pêşîn e ku bi karesata Kurdên Sûriyeyê dadikeve. Kurd mezintirîn mînorîte ne li Sûriyeyê, û hêj jî di warê mafên mirov de tûşî gelek neheqiyên nedîtî dibin. Ligel kitêbên din ên Kerîm Yildiz -The Kurds in Iraq û The Kurds in Turkey- ev kitêb, xwe dispêre tehlîlên wî yên berfireh ên sebaret bi rewşa mafên mirov ya mezintirîn grûba etnîk a bêdewlet li dinyayê. Yildiz, rewşa hevçerx a Kurdên Sûriyeyê, di çarçoveya dîroka Sûriyeyê de û di wê rewşa wê ya niha de ku ji layê DYAyê ve bi dewleteke deryasayî dihê girtin, vedikole. Halê hazir, sedî pêncehê dahata Sûriyeyê diçe bo mesrefên leşkerî -lewre Sûriye hest bi gefa cîranên xwe li ser xwe dike, û ev yek di awayê muameleya ligel mînorîteyan de diyar dibe. Kerîm Yildizê ku di vê kitêbê de ziman, perwerde, dîn û dîrok jî tê de hemû rehendên jiyana kurdî lêk dide, derfeteke tekane berpêş dike bo têgihiştina rewşa mafên mirov ya Kurdên Sûriyeyê. -
2. Hamur