Tükendi
Gelince Haber VerWelat, birîna di dil de
Dilê min birîndar û nexweş e
Roj li min bûne şevên reş e
Gazî dikim li hevalê
Ji min winda kir dêmê geş e
Evîn li min bû jana zirav
Jîn di çavê min de reş e
Xweda hêviya min ji te heye
Êdî min ji vî derdî bes e
Dilê min birîndar û bi jan e
Jîn li min bûye taristan e
Ez li dermanê dil geram
Li welat û şaristana
Çerxa felekê gazî kir,
Go min dermanê te nîne
Li cem hekîmê Luqman e
Dîsa min jê bawer ne kir
Min go rêça xwe bernadim
Paşî hêviya min yezdan e
Ji peyî vê dozê navegerim
Ta rizgarkim Kurdistan e
Ev helbesta tête gotin
Ji gotinên Gulistan e
1966 – Tirbespî