Tükendi
Gelince Haber VerKûçikek birîndar... patîkên xwe dihejand. Û dinalîya diewtîya. Te digot qey li wan dike hawar û gazî wan dike: “ Hawar! Werin, min xelas kin!” Şerzan bangî Rêzan kir: “Birako, ka were tu jî binêre.” Rêzan jî hat. Nihêrî. Patîkên wî ber bi wan ve dihejîyan, dilerizîn. Laşê wî di nav xwîn û herîyê de mabû. Û hawara wî bû. “Min xelas kin! Hawar!”