Hevpeyvin - Nirxandin ü Biranin Hinek Ezdiyan

Na Yayınları

Kemal Tolan

140,00 TL
107,80 TL
%23 indirim
Kazancınız
:
32,20 TL
Hevpeyvin - Nirxandin ü Biranin Hinek Ezdiyan Hakkında Bilgiler
Türü: Anlatı Kitapları
Sayfa Sayısı: 540
ISBN: 4440000002922
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2023
Kemal Tolan
Kemal Tolan
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Hevpeyvin - Nirxandin ü Biranin Hinek Ezdiyan Kısa Özet

    Li gorî ku ez ji ilm, qewl, dua, cimayî , îd-cejin, çande û hwd. Yên-me Êzdiyan fêhm dikim, pîvana serêsala kurmancî-Kurdî, bi afirandin û tevgera erdê (dinyayê), ya ku dor rojê tê gerandin ve girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste.
     
    Belê, dema rew?enbîr, zane, oldar û whd.’ên me Kurdan, li nav kevne?op û zargotinên  ilm, qewl, dua, beyt, cimayî û îdên me Êzdi-yan binêrên, ewê di wir de jî bivînin ku, şaristanî û merivatî li ser xaka di nav ava çemên Dîcle û  Feratê de hatiye afirandin. Ji wî_ wextê kevin, yê ku bi hezarên salan beriya zayîna Îsa pêxember dest pêkiriye û heta vêga hêjî gelek cejn, cimayî û îdên me Êzdi-yan“Kurdên resen” li gorî salnama rojhilatê“a ku ilimdar û qewil-zanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî jêra dibêje, hesabê Manga Me-lik Fexredîn” têne gerandin û pîroz kirin.
     
    Belê ilimdar û qewilzanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî, di sebeqeyeke Qewlê Şems û Fexrê Mîra de dibêje:
     
    “Sira Padşê min hat hinda ve,
     
    Li Şems û Fexrê Mîra dikir silav e,
     
    Li çardê mehê de vedigere tav e,
     
    Tav li çardê mehê vedgeriya
     
    ji nîşan û hesabê Enzelî ye,
     
    Ji qudreta Padşê min î bêrî ye,
     
    Ji qudreta Padşê min î cebêr re.
     
    Meh, sal û zemana vedigêr e
     
    Li çardê mehê tav jî vediger e
     
    Ango, roja çardê meha mîladî, dibe yekê meha li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin salnama rojhilatê.
     
    Vêca, gava meriv li dem û wextên pîrozkirina van cejnên me Êzdi-yan binêrin, meriv dibîne piraniya wan hêjî li gorî vê salnama rojê (a ku li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin) têne ge-randin û pîroz kirin.

  • 2. Hamur

Hevpeyvin - Nirxandin ü Biranin Hinek Ezdiyan Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.