50,00 TL
38,50 TL
%23 indirim
Kazancınız
:
11,50 TL
Hema Hakkında Bilgiler
Türü: Şiir Kitapları
Sayfa Sayısı: 54
ISBN: 9786257085472
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2022
Kamuran Demir
Kamuran Demir
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Hema Kısa Özet

    Berhema ku cureyê wê helbest e, ji helbesteke dirêj a pexşanî pêk tê. Pexşan bi alîterasyon û asonansan, bi dubarekirina peyv û hevokan tehmeke ji helbestê jî helbesttir dide xwendevanan. Di pirtûkê de sê beş hene lêbelê her sê beş jî li ser esaseke helbestekê amade bûne. Naverok bi temamî evîn e lêbelê di nav vê evînê de hesret, feqîrî, bêriya zarokiyê, bajarên cuda, jiyanên ji rêzê, modernîteya hemdem û gelek îmajên din ketiye nav rêzikan. Helbest ji çar beşan pêk tê: “rasterast evîn e ev”, “rasterast birîn e ev”, “rasterast nalîn e ev”, “çend zêmarên ji bo porên Hêmayê”. Bi van beşan Demir behsa destpêk û dawiya eşqeke dirêj dike. Di pirtûkê de Hêma navê keçeke Soran e. Ji ber ku di rûpelên pêş de jî hatiye nivîsandin, diyar e ku ev helbest di navbera salên 2013-2021’an de hatiye nivîsandin. 

    Demir bi vê pirtûkê îmajên cuda bikar aniye û helbest bi şêwazeke nû afirandiye. Di vê berhemê de helbest car caran bi terzeke îronîk, car caran bi îfadeyên şîzofrenîk hatiye nirxandin. Herwiha Demir di gelek beşên helbestê de bi zimanekî “dînan” gotina xwe honandiye. Tiştekî cuda jî ev e ku di rêzikan de peyvên herêmî yên Serhedê derdikevin  pêş me. Helbestkar; ne zimanekî ku di wêjeyê de “serdest”, zimanekî ku term û gotinên Serhedî dihewîne bikar aniye. Hêma di hin beşan de bi qasî gotina dengbêjekî sade û sivik, di hin beşan de jî bi zimanekî giran hatiye nivîsandin lêbelê helbestkar ji bo helbest herikbar be gelekî xem xwariye.


    Ji pirtûkê;

    Ez ku birevim ez ê çiya bi çiya ber bi te va werim! Ez ê bi dengê xwe ‘ezmên biqelişînim li te bigerim Hêma! Ez ê porê xwe verojim, ez ê jehran bikojim, bikujim ez ê Hêma, ez ê behran bikujim!    

    Lê ez êdî ne mêr im. Êdî baskên min bi min ve dizeliqin. Kenogirî dibim gava libên hinareke sor belav dibin. Li tev deveran belqitiyê kulê me ez. Dergistiya min a mirinê ye êdî jiyana li ser milên min.      
    Tûûû tûûûû!     
    Min heft salan da bûkekê     
    Ew jî çû bû yara xelkê…      
    Divê vebêjî Hêma     
    Ji bo min wê çîrokê;    
    rasterast nalîn e ew.    

  • 2. Hamur

Hema Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.