Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Gulesiyabend

Üretici Liste Fiyatı
150,00 TL
108,00 TL
%28 İndirim
Kazancınız
42,00TL
Parapuan: 108
Alışveriş listeme ekle

Tükendi

Gelince Haber Ver
Gulesiyabend
Türü : Öykü Kitapları
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 112
ISBN : 9786052931189
Basım Yılı : 2025
Kağıt Tipi : 2. Hamur
Satış Rakamları:4 adet satılmıştır.

Faîk Taç û Kenan Gezîcî wêjeya devkî ya gelê Kurd, bi zimanekî têkuz, nûjen niqutandine ser kaxiz u nivîsandine. Mirov di pirtûkê de germahiya çîrokên gelerî û efsuniya xeberoşkên dibine.Di gel çîroka Gulêsiyabend a ku navê xwe daye pirtûkê, mirov di çîroka Aqilo u Dîno, Quling û Rovî, Pîrê û Dîk, Fermandar û Gundi de evînî, lehengî, hevgirtî, bi hev şêwirîn, xiyanet, başî û xirabiyê dibine. 
Ev çîrok ji nava lutkeyên çiya, di binê vizîna dengê ba, bahoz, li qiraxê kevirên bêdeng de, bi lorîna dayikên Mezopotamya hatine afirandin, gotin. Ji ber ku gelê Kurd ji çanda nivîsandinê dûr hatiye xistin/ hiştin, bi devkî bi vegotina dayîk, bapir û çîrokbêjan heta iro hatiye; ji qirnek derbasê qirnekî din bûye. 
Faîk Taç û Kenan Gezîcî ew çîrokên ku ji dê, bav û pîrên xwe guhdarkiribûn, di nava çar diwaren hepsê de, bi fikir û ramanekî azad qeydkirine û nivîsandine. Nivîsandina van çîrokan di heman demê de, tê wateya her çiqas beden dîl be jî, lê dil, mejû û rih azad e. Di hela din de, her çiqas  di nava kevneşopiya gelê Kurd a qedim de, wateya wêje û çîrokên bi awayekî devkî hebe jî, lê bi zimanekî vekirî û nujen nivîsandina wan çîrokan wêneyê çanda me ya duh û iro gihandina hev e. Yanê wêjeya  devkî ji mirinê xilaskirine û nemir kirine. 
Çîrokên gelerî  bîr û mejûyen vê axê ne. Ev pirtûk ji deng, reng û bîra vê ax û gele ye…

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.