120,00 TL
92,40 TL
%23 indirim
Kazancınız
:
27,60 TL
Gotinen Peşiyan Hakkında Bilgiler
Türü: Yabancı Dilde Kitaplar
Sayfa Sayısı: 200
ISBN: 9786257085052
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2020
satis-icon
Satış Rakamları 2 adet satılmıştır.
Abdurrahman Aydoğdu
Abdurrahman Aydoğdu
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Gotinen Peşiyan Kısa Özet

    Di vê sedsalê de gotinên pêşiyan jî tê de tev da-neyên devkî yên folklorîk ji bo lêkolîneran bûne sede-ma hînbûna jiyîna gelan. Bi her daneyê, bi her hêmaya tiştekî devkî çawaniya jiyanên berê, nerîta di nav gel de bi her awayî xuya bûye. Hem ji ber vê sedemê, hem ji ber dewlemendiya çanda devkî ya bi kurdî lêkoler li ser vî warî hûr bûne; herwiha ew dane hem ji bo xebatên nû bûne argument, hem ji bo lêkolînên nû bûne nîşane. Bêşik gotinên ku şîret didin, yên ku li ser tecrûbeyekê tên gotin jî girîng in ji bo vê meseleyê.
    Gotinên pêşiyan bi pêwendiyên civakî çêbûne û dîroka wan belkî wek „dahêna axaftinê? kevn e. Ew îfadeyên bi giştî kurt, ên car caran bi rêzbend li dor felsefeya jiyana civakê ava bûne. Ji ber ku jiberbûna wan jî hêsan bûne li gorî meseleyekê çi qenc e çi neqenc e, şiroveya bûyerekî divê çawa be; wan ew nirxên hevpar derxistine pêş me û roleke nîşandana rêyekê girtine. Wan gelek caran rasterast ew rê nîşan dane, rasterast hizra gel anîne ziman; car caran jî wateyên kûr hewan- 5

    dine û bi wî awayî ceribandinên pêşiyan derxistine li ber nifşên nû.
    Her wekî ku tê zanîn xebatên bi kurdî yên li ser gotinên pêşiyan bi serkêşiya Law Reşîd destpê kirine û bi çapa xebatên cûr bi cûr heta niha di vî warî de lêkolîn û berhevokên berçav derketine holê. Abdurrahman Aydoğdu jî di sala 2012?an de dest bi berhevkirina van pen-dên pêşiyan kiriye û du sal bi şûn de, di 2014?an de ev xebata xwe çap kiriye.
    Berî çapbûna vê pirtûkê Aydoğdu ketiye nav gel, bi kal û pîran re axifiye û herêm bi herêm ev gotinên qalibgirtî û şîretdar tev li nav nîşeyên xwe kiriye. Ango wî ev berhem bi kedeke têr û tijî, ji bîrên pîrên berê û hê jî zindî yekser girtiye û pêşkêşî mereqdarên wê kiriye. Taybe-tiya duyem ev e ku Aydoğdu nexwastiye berhem bi go-tinên standart û yên tên zanîn ve ava bibe. Ji ber ku wî li cihên ciyawaz kerese bi dest xistiye, gelek gotinên ci-yawaz, gelek versiyonên wan derketine pêş. Wî di ber-hemê de cih daye tev versiyonên van gotinan. Her wiha di vî warî de portreyeke bêsînor ketiye bin destê me.
    Bêguman e ku berhevkar bi vê xebatê xêzên bîre-ke kolektîv kişandiye. Em spasdar in, ji ber ku wî di vê serdemê de bi binaxbûna mezinên me daxwaza me koran, du çavên reş daye me.

    Kamuran Demir

  • 2. Hamur

Gotinen Peşiyan Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.