Tükendi
Gelince Haber VerAhmet Tamîr; di sala 1966an de li gundê Patrîgê yê bi ser bajarê Amedê ve ji dayik bûye. Ew endamê malbateke cotkar û rênçber e. Di sala 1988an de zewiciye û bavê keçek û sê kuran e. Di sala 1991an de li welatê Erebistana Siûdiyê tevgera azadiyê nas kiriye. Piştre di sala di sala 1994an de hatiye girtin û li gorî maddeya 125an hatiye sizakirin. Di serdema girtinê de bo gelek girtîgehan hatiye sirgûnkirin. Piştî ji girtîgehê derdikeve di nav xebatên rojnamegeriyê de cih digire. Gelek nivîsên wî di kovar û rojnameyên kurdî de hatine weşandin. Ev berhema ber destên we yekem berhema wî ye, ew dixwaze bi rêya vê berhemê bibe hevalê xwîneran. Niha digel malbata xwe li Amedê dijî.