Tükendi
Gelince Haber VerJi elema birîna xwe zam û derketim rêwîtiya pêşeroja xwe. Hê di gava ewil de ez di rûbarê xefkan, rûbarê ji kenikê pîrê seyînî bû de asê mam. Bêlome, min çi dît û çi nedit? Bi wê dîmenê re dilê min buhurî û êşa min bû çar rêzik helbest ji ser zimanê min herikîn:
“Di bihara hişmendiya mirovî de
Li ruxmê gulistana bi sorgulan xemilî
Û ligel bedewiya her du çaviyên welatê gulgulî
Çima tenê durûtî?»
Ez meşiyam û dîrok li min bişkuvî. Dîrok bişkuvî û li rastiya min mikur hat.