Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Diroka Ezdiyan a di Dokumentan ü Zargotine De

Üretici Liste Fiyatı
225,00 TL
173,25 TL
%23 İndirim
Kazancınız
51,75TL
Parapuan: 173
Alışveriş listeme ekle

Tükendi

Gelince Haber Ver
Diroka Ezdiyan a di Dokumentan ü Zargotine De
Türü : Tarih Araştırma ve İnceleme Kitapları
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 152
ISBN : 4440000002921
Basım Yılı : 2023
Kağıt Tipi : 2. Hamur
Satış Rakamları:3 adet satılmıştır.

Dîroka Êzdiyan, diyar dike kû me di demên berî Xaçperezî û Misil-maniyê de jî, di gelek wextan û li gelek heremên Kurdistanê de, bi qehremanî Kurdiyatî û Êzdiyatiya xwe parastine. Dil dixwaze bi zanibe, ka ji ber çê weha neyarên Êzdiyatiyê di her wextî de Êzdî, Misilman û Olên dinê bere hevûdin dane? Belê, taqeta min bitenê nagîje bersiva vê pirsê, lê ez dikarim niha hinek pelên dî-rokê, bi taybetî yên dema Împaratorên Osmaniyan hatine Kurdistan talan kirine û heta vêga, ka dîroka berxwe-dan û helandinan Êzdiyan di Kurdistanê de çewa hatine diyar kirin? Bigelekî kurtayî ji xwen-devanan re bidime berhevûdinê. Di dema kû Osmanî hatine (1300-1920) bi şûrê zorê Kurdistan dagir kirine, ewan hingê bêtifaqî û neyartî xistine nava gelên li Kurdistanê. Di wê demê de gelek netew di bin destên dewleta Os-maniyan de hebûne. Hingê gelek ji wan netewan dikaribûne di he- remên xwe de, carnan berpirsyariya xwe ye serbixwe jî bikin. Lê, çi gava Êzdiyan di nava vê Împaratoriyê de, li ber xwe dabe, ew ji aliyên netewên nexêrxwaz ve bi her hawayî ve hatine perçiqandin. Hîna di wê demê de, Osmaniyan bi zanistî hinek heremên Kurdis-tanê dane destên hinek begên kurdên Misilman. Ewan Begên olpe-rest û nezan jî gelek caran kurdên Êzdî qetilkirine. Koçberbûn û ta-lankirina Êzdiyan hîna di demên kevn de û zêde jî, di wexta barba-rên Moxilan (tirkên Mongolîstanê di sala 1252 an) de berdewam kiriye. Ji ber van şerên berxwedanên Êzdiyan yên netewî, Êzdî dîsa di dema Sultan Murat II (1421-1451) û Êdrîsî Bitlîsî de jî, koçberî gelek cihan bûne.“Êdrîsî Bîtlîsî (di sala 1514 ), Kurdên ji herema Hekkarî û Botan radike dibe li cihên wexta Tîmûr (tirkê Mongo-20

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.