Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Dildaren Feraşine

Üretici Liste Fiyatı
250,00 TL
175,00 TL
%30 İndirim
Kazancınız
75,00TL
Parapuan: 175
Alışveriş listeme ekle

Tükendi

Gelince Haber Ver
Dildaren Feraşine
Türü : Roman
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 352
ISBN : 9789758242658
Basım Yılı : 2022
Kağıt Tipi : 2. Hamur
Satış Rakamları:12 adet satılmıştır.

-Te got ku grûba duyemîn, bila ji aliyê rojava ve êrîş bike. Lê belê ew alî pir asê ye û cihekî guncav ku wê grûbê biparêze li wir tune ye. Loma veqetandina dozdeh hevalan ji bo vê grûbê pir e. Lewre dê di cihekî zehmet re derbasî wir bibin. Loma divê em wê grûbê sivik bigirin. Ji ber ku heger dijmin zû bi hevalan bihese îhtimala ku em derbeyekê bixwin jî heye. Ji ber van sedeman gişan, pêwîst e em vê grûbê bi şiklekî taybet bigirin dest û hevalên bijare tê de bi cih bikin. Lewre hêza ku encama çalakiyê diyar bike ev grûb e.

Bi kurtasî serkeftin jî, binkeftin jî bi vê grûbê ve girêdayî ye. Dibe ku grûb nikaribe bi wan zinarên asê ve hilkişe jî. Ji dûr ve wisa xuya dikin, lê dîsa jî em ê biceribînin. Ji ber ku ew alî pir asê ye, îhtimaleke mezin, dijmin texmîn nake ku em ji wî alî ve êrîş bikin. Baldariya wan jî, bi piranî li aliyê rojhlat e. Xaleke din jî:

Bila ew grûb bixwe dest bi çalakiyê bike û bila destpêkirin jî ne bi çekan be, bi bombeyan be. Em ê vê çalakiyê bi awayekî sizma dest pê bikin. Heger hemû heval li gora plansaziyê tev bigerin û astengiyên ne di hesab de dernekevin, ji sedî sed em ê vî girî bixin destê xwe.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.