Tükendi
Gelince Haber VerMa ne bes e êdi bes e xwe dibêje felek
Ev çi gurmîn e xan û manê me xirakî
Ev çi ba û çi îcac (bager) e tim li ser me agirî
Zar û zêrçan bi kimyasal dişewitînî carekî
Ma we eqd û peyman daye kafirî Sedam û Turgut
Yan ji Gorge Buschê di cihan de kar û barê weh dîkî
Ev çi dek û ev çi lîstik tim li ser me şev û roj
Kuştin û eza û talan bo me nîn e êwirekî
Ma tenê em bê xwedî nin li cihanê bext reş in
Tim bira û dost perîşan, bome nîne destekekî
Ma bira qet li cihanê nav û dengê me nebû
Ma kî bûn Brahîm û Nemrûd li dinê hîştine dengekî
Ma kî bûn Deysem û Rostem û Şêr Egit, Şêrko û Selah
Nav û dengê aferînî wa bûye tarîxekî
Ma kî ye kawa li Îranê agiri rizgarî
Vêxist û navê heyî ew bû cîhanî