Çin - Bi Deh Peyvan

Avesta Yayınları

Yu Hua

150,00 TL
102,00 TL
%32 indirim
Kazancınız
:
48,00 TL
Çin - Bi Deh Peyvan Hakkında Bilgiler
Türü: Kürt Edebiyatı
Sayfa Sayısı: 232
ISBN: 9786052246733
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2022
satis-icon
Satış Rakamları 1 adet satılmıştır.
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Çin - Bi Deh Peyvan Kısa Özet

    Kitêba Yu Hua *Çîn bi deh peyvan* derket.

    *Armanca min ew e ku ji wê jiyana rojane dest bi vê gera vegotinê bikim ku em baş pê dizanin û bi vî awayî meseleyê dirêj nekim. Jiyana rojane dibe ku sivik û rutîn xuya bike lê di heman demê gelek bûyerên dewlemend, berfireh û kartêker vedihewîne. Siyaset û dîrok, civak û çand, bîranîn û hestên mirov, daxwaz û razên wan – hemû li wir deng vedidin. Jiyana rojane daristaneke rastîn e her wekî ku qiseyeke çînî dibêje, ‘Daristan li kû kûr bibe, tu dê li wir her celeb çûkan bibînî.’

    Armanca min hingê ev e ku ez galgalên bêdawî yên li ser Çînê di nava deh peyvan de bi cih bikim; çavdêrî, tehlîl û notên xwe yên şexsî di nav vegotinekê de bînim cem hev ku bi serbestî li zeman û mekanan bigerin; û dawiyê di nav tevliheviyên civakî û dijberiyên metelhişt ên Çîna hemdem re rêyekê vekim.*

    Yu Hua di vê berhema xwe de bi deh peyvên wekî *gel, serok, xwendin, nivîsîn, Lu Xun, şoreş, cudahî, ewam, texlîd, xapandin*ê serboriya ecêb a welatê xwe dibêje û bi çavdêrî û tecribeyên xwe yên şexsî nîşan dide bê ka pêncî salên jiyana wî û ya Çînê di qonaxên çawa re derbas bûye. Çîn bi Deh Peyvan bi zimanê niktedan û anektodên balkêş ên yek ji nivîskarên herî navdar û jêhatî yê Çînê me vedixwîne civateke ku hinde jî ne dûrî xwendevanên kurdî ye.

  • 2. Hamur

Çin - Bi Deh Peyvan Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.