Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî Yê Helbesta Kurdî

Nubihar Yayınları

Zülküf Ergün

150,00 TL
100,50 TL
%33 indirim
Kazancınız
:
49,50 TL
Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî Yê Helbesta Kurdî Hakkında Bilgiler
Türü: Kürt Edebiyatı
Sayfa Sayısı: 288
ISBN: 9786257383202
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
satis-icon
Satış Rakamları 2 adet satılmıştır.
Zülküf Ergün
Zülküf Ergün
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî Yê Helbesta Kurdî Kısa Özet

    Peşêw yek ji stûnên dîyar ên helbesta kurdî ye û ji bo têgihîştina helbesta kurdî nasîna wî pêwîstîyek e. Lê Peşêw ne tenê bi hunera xwe, bi helwesta xwe ya ronakbîrane jî xwedî pêgeheke giring e. Ji ber vê ye ku wek siwarçakekî meydana kurdayetîyê li ser tixûbên herî berfireh ên huner û ronakbîrîyê hespê xwe dibezîne û navê xwe li tenişt navên Xanî û Hacî dikole. Lê ev tenê alîyekî wî ye, bi alîyekî xwe yê din jî noqarekî wêrek ê deryaya evînê ye ku dersa xwe ji Cizîrî û Nalî wergirtîye û hevîrê wan bi heveyna serdema modern straye. Ji vî alîyî ve Peşêw hem dibe dengekî zelal ê nasnameya me hem jî birçîbûna ciwanîperestîya me bi gotinên xwe yên sêhrawî têr dike. Bi vê dubaskîyê ne êşên takekesî di nav derdên nasnameya neteweyî da ji bîr dike ne jî di nav gerîneka fikarên takekesî da xema hevbeş paşguh dike.

    Ev monografîya li ber destê we yekem xebat e ku li Bakurê li ser Peşêwî hatîye nivîsîn û em hêvî dikin rê li ber xwendevanên bakurî veke da ku *Peşêwê Mezin* baştir binasin û li ser dika wî ya bilind destê xwe dirêjî berên edebîyata kurdî ya paşerojê bikin. Lewra nifşên îro û paşerojê bê xwendina Peşêwî û bê ku haya wan ji hunera wî ya bilind hebe dê nikaribin *alaya kelamê mewzûn* li ser banên bilindtir biçikînin. Lewra Peşêwî asta hunera helbesta kurdî berz kirîye û her kesê ku vê astê fam neke û negihîje pê dê nikaribe cihekî resen ji xwe ra peyda bike. Jixwe nerîta edebî ji hilmijîna pêşîyan û hewla xwerizgarkirina ji bin sîbera bavên kanonîk wêdetir çi ye? Hilmijîna Peşêw asta şagirdîya nişfên îro dê bilindtir bike û ji bo peydakirina deng û rengê wan dê ji wan ra bibe çavkanîya îlhamê.

  • 2. Hamur

Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî Yê Helbesta Kurdî Hakkında Yorumlar