Serpehatıyen Kurdan 2 Cilt Takım

Peywend

Tirej

25,00 TL
18,25 TL
%27 indirim
Kazancınız
:
6,75 TL
Serpehatıyen Kurdan 2 Cilt Takım Hakkında Bilgiler
Türü: Anı Mektup ve Günlük Kitapları
Sayfa Sayısı: 124
ISBN: 9786058434561
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2015
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Serpehatıyen Kurdan 2 Cilt Takım Kısa Özet

    Serpêhatiyên Kurdan, çîrokên rasteqîn in; hatine bihîstin, çavdêrîkirin, tecrûbekirin an ji çandeke hevpar hatine wergirtin. Ji wan jiyan, zanebûn û tecrûbeyên *zemanekî* difûre. Lê hinek jî ji ber vê qederê, ev serpêhatî îro ji me pariyekî dûr dixuyin. Wekî ku Walter Benjamin ji bo çîrokên Nikolay Leskovê ku li hemû Rûsyayê geriyabû û çîrokên xwe nivîsîbû, dibêje ku em îro hatine dawiya hunera çîrokbêjiyeke wisa; ji ber ku *tecrûbe* wekî berê ne biqîmet e, neqilkirina wê wekî berê bi hêsanî çênabe û seba ku rehenda destanî ya heqîqetê dimire, ev cure çîrokbêjî ber bi jibîrbûnê ve diçe. Lê dîsa jî ji ber taybetiyên çîrokên rasteqîn, di wan de bi awayekî sergirtî an aşkere faydeyek heye. Ew fayde carina dersekî exlaqî ye, carina şîret e, carina çarçovekirina gotineke pêşiyan e, carina ji adet û toreyên miletekî dilpakiyek e… Erê, di roja me de *aqildayîn*, *şîret* wekî tiştên demode dixuyin, lê ji bo ku mirov aqil bide yekî, divê tûrikê mirov tije tecrûbe yan serpêhatî bin û mirov bizane çîrokê li hev bîne. Tûrikê Seydayê Tîrêj bi serpêhatiyên wisa tije ye.

  • 2. Hamur

Serpehatıyen Kurdan 2 Cilt Takım Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.