40,00 TL
28,40 TL
%29 indirim
Kazancınız
:
11,60 TL
Ristika Morikan Hakkında Bilgiler
Türü: Kürt Edebiyatı
Sayfa Sayısı: 89
ISBN: 9786055279196
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Basım Tarihi 2012
Fatma Savcı
Fatma Savcı
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Ristika Morikan Kısa Özet

    Fatma Savci piştî "Gulên Qasid" (şi’r, 2006), Xewnên Zîvîn (şi’r / ceribandin, 2007), Bîra Birînê (şi’r, 2010) û "Şewq û Payiz" (ceribandin, 2011) vê carê jî kitêbeke çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên xwe: "Ristika Morîkan"."Ristika Morîkan" neynikeke şikestî li rihê birîndar î kurd digre. Neynikeke ku kes nexwaze li sûretê xwe yê winda yî tê de binere...Ji çîroka "Mûm û Fîstan"- Diranekî min mabû, ew jî şevê din di xewnereşkekê de weşiya. (Herê nû bala min kişand, diranên wê tune bûn. Ew bê diran bû.) Ev nîşana xebera bê oxiriyê ye. Êdî nizam wê agir bikeve mala diya kê. Min ev qesir ji diranên xwe yên ku di xewnan de ketine lêkir. Diranên min her şev di xewnan de dikevin, beriya kuştinan, piştî kuştinan. Va roj diçe ava, lê hîna nequlibiye sibê wê binefşeke din biçilmise di laşê min de. Ez ev im, jineke ku xewnên wê bê diran in û binefşên laşê wê çilmisî... ...Çawa dengê xîzîna sîngê hat jinikê, mîna binefşeke bê av xeliya ber bi jêrê. Jina bejinrihanî her du baskên xwe berdan erdê. Min ji rûyê wê yê çilmisî fam kir, çemekî xwînî ji laşê wê herikî...Mîna mûmeke ku dişewite, goştê canê wê piço piço heliya û dilop dilop niqutî ser erdê. Ez bezîm ku herim pê ve. Min xwest ez xwe bigihijînimê û wê jina xweşik, wê jina dilovan, wê jina ku mûman ji çiçikên xwe pêdixe, wê jina ku kirasan li agir dike û wan werdigerîne keçikan rizgar bikim ji mirinê. Çawa min bi her du destan xwe zer kire newqa wê, canê jinikê yê ji mûmê bi destên min ve zeliqî û bi tilîkên min ve dilop dilop herikî ser axê... Ji tilîkên min yên zirav hingiv dipale... Xwedêyo qey ev ax ev xak ji hingiv têr nabe?
  • 2. Hamur

Ristika Morikan Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.