- Ürün Özellikleri
-
Payizxer, Li Ser Salnameya Kurmanci Xebateka Folklorik Kısa Özet
Ev xebat, li ser salnameya Kurmancî hatîye kirin, wextê mirov gava xwe ji şêmûka vê xebatê diavêje hundir, mirov rastî jîyana Kurdan a şivantî û cotkarîyê tê. Mirov dibîne bê Kurd çawa xebitîne, çawa li demê miqate bûne; salnameya wan û kar û barê wan û jîyana wan çawa li hev fesilîye.
Ev xebat, li gorî derdora herêma Mêrdînê hatîye kirin û vê xebatê ji gelek alîyan va pişta xwe daye çavkanîyên berî xwe.
*Wextê dahnûyan, dawet dibe daweta zarokan. Sîtil, sîtilên dahnûyên kîjan malê dibe bila bibe, zarok wan di nava hev da, li hev par dikin. Tew lê bi şev be, û sîtil li ser kuçikan be û agir di binê wan da dadayî be, xew li zarokan namîne. Li dora agirê sîtilan, tu lîstik namîne ku zarok nalîzin. Serê payîzê ye, dinya hênik e, agir dadayî ye û heval li dora mirovî ne. Ma ji vêya xweştir…?
-
2. Hamur