- Ürün Özellikleri
-
Karibaren Gele Kurd Kısa Özet
Endamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava kiriye: Di beşa yekem de beyt-serpêhatiya mêrxasê kurd Eliyê Xarziya heye û bi terzê dengbêjan hatiye tomarkirin. Di beşa duyem de çîroka bi navê Dundulçûk heye ku hiinekî dişibihe çîrokek ji Çîrokên Hezar û Yek Şevê. Kilamên mêrxasiyê yên bi navên *Îsmayîl Axa*, *Elîko Lawo*, *Kekê Nisret*, *Tahar*, *Kekê Ewlo*, *Heydero Lawo*, *Elîngo Lawo*, û *Hamê Mûsê* di rêza sêyem de cih digirin. Herwiha di beşa kilamên evîntiyê de jî stranên *Kalê û Du Keçik*, *Qazî*, *Domam*, *Heso û Xanim*, *Jina Çê* û *Hecî Nûrî* valahiyeke berbiçav dagirtiye. Di tevahiya berhemê de 185 dilok hene ku her yek ji ya pêşiya xwe xweşiktir e. Çil pêkenîn û şîretên berhemê çêjeke taybet didine wêjeya kurdî; hem rûyê mirovî geş dikin hem jî hişê guhdarî kaşî nava deryayeke ramanê, ibretgirtinê dikin. Nivîskarî tenê numûne berhev nekirine; herwiha derbarê nirxandina numûneyên folklorî de jî du gotarên lêkolînî amade kirine. Di beşa *Hêjaya karîbarên gel di çi da nin?* de berhevkarî hewl daye ku tekstên tomarkirî û bihîstinên xwe bi rêbazeke wêjeyî binirxîne. Mirov dikare gotarên *Nîgara Jina Kurd Nava Beyt-Serpêhtiyan da* û *Nîşana Mêrxasiyê* wekî du xebatên zanistî binirxîne ku lêkolînerî ji gelek çavkaniyan sûd wergirtiye. Di dawiya berhemê de beşa nivîsarnasiyê heye ku bîbliyografyaya salixdarên nivîskarî tê de hatine destnîşankirin.
-
2. Hamur