25,00 TL
17,75 TL
%29 indirim
Kazancınız
:
7,25 TL
Hotel Europe Hakkında Bilgiler
Türü: Kürt Edebiyatı
Sayfa Sayısı: 208
ISBN: 9786055279004
Kapak: Ciltsiz
Ferhad Pirbal
Ferhad Pirbal
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Hotel Europe Kısa Özet

    Çapa duyem a romana Ferhad Pîrbal *Hôtel Europe* derket.

    Mihemedê Hacîzade, meleyekî kevn î îranî ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel’îlîbaskirin û li Parîsê penaber e, eger peyda bibe bi qaçaxî kar dike, bê nasname ye, nikare here ciyekî…

    Ferhad, vebêjerê romanê, ressamekî kurd li Parîs / Montmartre portreyan çêdike. Bi şev li hotêlekê kar dike: Hôtel Europe. Monsieur Luciana, cihûyekî bi eslê xwe portekîzî, li Parîs, Oxford û Tel Avîv xwediyê milkên mezin, doktora xwe li ser şaîrekî îranî kiriye, xewna wî ya mezin serdana Esfehanê ye.

    Saqî Gulçîn, li San Francisco xwediya galeriyeke navdar, femînîsteke ehlî keyf…

    *Hôtel Europe* laboratuwareke Rojhilat û Rojava ye, do û îro, em û ên din, niştecî û biyanî, rastî û çewtî raserî hev in.

    Û wek di romanê de tê gotin bûyereke piçûk: *Hertim tekane bûyereke piçûk heye çarenivîsa me destnîşan dike. Lewma em, hemû, hergav ji xwe re dibêjin: ‘Eger ew bûyera ji rêzê neqewimîba, ew hemû bûyerên din qet nedihatin serên me.’

    Tu kes nîne rojekê ji rojan, ev gotin ji xwe re negotibe! Her bûyerek riyek e bo gihiştina bi bûyereke din.* Bûyer li pey hev diqewimin, rû tev li hev dibin, nav tev li hev dibin, rojava û rojhilat, dûrbûna wan xewneke, nêzîkbûna wan du xewn in… paradoksên ku di dawî de û bi hev re tevneke hevdûgirtî pêk tînin, û gotina yekalîker ji devê Saqî Gulçînê tê der…

Hotel Europe Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.