37,04 TL
26,30 TL
%29 indirim
Kazancınız
:
10,74 TL
Hemu Berhem Hakkında Bilgiler
Türü: Yabancı Dilde Kitaplar
Sayfa Sayısı: 379
ISBN: 9789756179604
Kapak: Ciltli
Kağıt Tipi: 2. Hamur
Ehmede Xani (Ahmed-i Hani)
Ehmede Xani (Ahmed-i Hani)
Daha fazla bilgi Yazar Profili
Kampanya
  • Ürün Özellikleri
  • Hemu Berhem Kısa Özet

    Ehmedê Xanî yek ji rêberên wêjeya kurdî ye. Wî herhal ji her kesî zêdetir qîmet daye kurdî û bi kurdî berhevm nivîsandiye. Ji ber girîngiya Xanî û hêjabûna berhemên wî ev 300 sal in berhemên wî her carê li cihekê bi awayekî têne çapkirin. Vê carê Weşanên Lîsê xwe da ber vî barî û hemû pirtûkên Xanî di pirtûkekê de bi navê Hemû Berhem weşand.


    Weşanxaneyê bi gotina Mirov dikare bi dilfirehî destnîşan bike, ku bi hêza xwe ya wêjekariyê ve Ehmedê Xanî yekane şexsiyetê kurd e desthilatdariyeke bi vî rengî bi dest xistiye. Dengê wî yê bilind û pirşax, bi riya deqa hemû berhemên wî, ev zêdeyî sê sed salan e li paşxaneya hişê me, li bîra Kurdbûnê deng vedide. Çapkirin û belavkirina hemû berhemên Ehmedê Xanîyê xwediyê derd û kula me, ji vî awirî ve, karekî derengmayî ye berhem pêşkêş kiriye.

    Berhemên Ehmedê Xanî yên ku bi saya serê destnivîsên cur bi cur gihiştîne îro; mesnewiya wî ya mezin a bi navê Mem û Zîn, ferhenga bi navê Nûbara Biçûkan a ku Xanî ji bo zarokên kurd amade kiriye, da ku ew bikaribin erebiya ku zimanê wê dewrê yê ronîbûn û rewşenbîriyê ye bi hêsanî fêr bibin, her du berhemên wî yên bi navên Eqîdeya Îslamê û Eqîdeya Îmanê, her wiha helbestên ku bi ser Dîwana wî ve têne hesibandin, hemû ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve, di bin rêza bi navê `Bênder`, bi sernavê Hemû Berhem, wekî pirtûkekê, bi çapeke xweşik çap kir.

    Weşanên Lîsê di vî warî de gava pêşîn avêt, bi hemû berhemên Ehmedê Xanî ve, ku ji pênc pirtûkan pêk tê, li jêr rêza bi navê Bênderê, dest bi ji nû ve edîtkirin, çapkirin û belavkirina berhemên kurdî yên damezirîner û kanon kir. Pispor, lêkolîner û nivîskarên ku li ser Ehmedê Xanî xebat kirine, hêz û piştgiriya manewî dan kedkarên vê berhemê.

    Helbestvan Kawa Nemir edîtoriya berhemê kir û helbestvan Selîm Temo jî bi pêşgotina xwe ve destnîşan kiriye ku girîng e hemû berhemên Ehmedê Xanî ji nû ve bêne xwendin.
    Weşanxaneya Lîsê li ser armanca çapkirina berheman jî wisa dibêje, Ferheng, ziman û wêjeya kurdî warekî adan e, weşanxaneya me bi çapkirina vê berhema bi navê Ehmedê Xanî-Hemû Berhem ve nîşan dide, ku ev war ne bê xwedî ye, ya jê girîngtir jî, dê ev berhem di ber destên nifşên nû re derbas bibin, dê bi têgihiştineke hê hevçaxtir werin helsengandin.

  • 2. Hamur

Hemu Berhem Hakkında Yorumlar

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.