- Ürün Özellikleri
-
Dozek Dewranek Lehengek: Wedat Aydın Kısa Özet
Wedat kî bû?
Wedat hevalê hevalê xwe bû!
-Kemal Tanrikulu-Wedat Che Guevera û Ho Chi Minê me bû!
-Neytullah Karakoç-Wedat sembola yekîtiyê bû!
-Bakır İnanç -Wedat çiya bû, nedihate xwarê!
-Hikmet Ata -Wedat rêberekî gel bû!
-Hüseyin Turhallı-Wedat kesê bêkesan bû!
-İsmail Miroğlu-Wedat pratîka têkbirina tirsê bû!
-İrfan Altunç-Wedat serînetewandin û biryardarî bû!
-Mustafa Özer-Wedat rastî bû!
-Azize Aydın-Wedat stûna malbata me bû!
-Asiya Aydın-Wedat heqî û edalet bû!
-Şehmus Aydın-Wedat hezkirin û rehm bû!
-Vehibe Aydın-Wedat ji serî heta binî fedakariyek bitercîh û zanebûn bû!
-İhsan Aydın-Wedat li gora felesefa xwe jiya, nêrîna wî ya cîhanê, gotin û emelê wî yek bûn. Kêliya li ba min bûya tirs nedihate bîra min.
-Deniz Aydın-Wedat dostê dostê xwe, hevalê hevalê xwe bû!
-Rıza Polat-Wedat bi mutevazîtiya xwe Gandî û bi kelecan û tekoşîna xwe Che bû!
-Veysi Aydın-Wedat şêrîn bû, yekî weka wî nîn bû!
-Ayşe Aydın-Bavê min çiyeyekî mirov nikare bigihêje jora jor, bû!
-Mahmud Felat Aydın-Wedat kurdçîyekî baş bû!
-Mehdî Zana-Dozên mezin karê mirovê mezin in, Wedat yekî werê bû!
-Ahmet Zeki Okçuoğlu-Wedat dirûst, saxlem, rast, bicesaret, fedekar û bêtirs bû.
-Şerif Gündüz-